Şertê Eşref Xenî jibo wêdaçûna ji desthilatê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328247-Şertê_eşref_xenî_jibo_wêdaçûna_ji_desthilatê
Serokomarê Efxanistanê wêdaçûna ji desthilatê girêdayî bi daxwaza gelê vî welatî da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 13, 2021 13:58 Asia/Tehran
  • Şertê Eşref Xenî jibo wêdaçûna ji desthilatê

Serokomarê Efxanistanê wêdaçûna ji desthilatê girêdayî bi daxwaza gelê vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora roja Îniyê ya ajansa Dengê Efxan (AWA), Muhemed Eşref Xenî, Serokomarê Efxanistanê di merasima rêzgirtina Roja Cîhanî ya Xortan li Kabulê, got: Tenê gelê ERfxanistanê dikare derbarê dewsgirê min biryar min, ne cînarê me (Pakistan).

Di vî warî da Imranxan serokwezîrê Pakistanê gotibû ku Koma Talibanê daxwaza wêdaçûna Eşref Xenî ji desthilatê dike.

Serokomarê Efxanistanê beriya vêya gotibû ku veguhestina desthilatê bi riya hilbijartinê jibo hikûmeta wî babetek e ku nakeve ber danûstandinê.