Tebax 09, 2021 09:06 Asia/Tehran
  •  Siyasetmedar û rewşenbîrê navdar ê kurd Prof.Dr. Kinyazê Îbrahîm koça dawî kir

Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev koça dawî kir.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev îro Yekşemê 8ê Tebaxa 2021ê li Nexeşxaneya Almatayê ya Qazaxistanê ji ber Covid-19ê koça dawî kir.

Kinyazê Îbrahîm 20 roj berê bi coronayê ketibû û li nexweşxaneya bajarê Almata yê Qazaxistanê hatibû dihat demankirin.

Biryar e termê Kinyazê îbrahîm du yan sê rojên din li Almatayê bi axê were spartin.

Profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, kesayetiyeke akademîsyen û rojhilatnasekî kurd ê berhemdar herwiha kesayetiyeke siyasî û civakî ye di nava kurdên Qazaxistanê û Rûsya de.

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev 1ê Gulana 1947an li Ermenistanê hate dinyayê, beşa fîlologiyê li Zanîngeha Ermenîstanê xwendiye û paşî têza xwe ya doxtoriyê li ser têkiliya edebiyata Kurdî pêşkêş kiriye, demeke dirêj di zanîngehê de serpereştiya ziman û edebiyata cîhanê kiriye.

 

K.Mîrzoyev demeke dirêj di Ûnîvêrsîteya Dewletê ya Ermenîstanê da, li ser para ziman û wêjeya Azerbaycanê serektî kiriye. Di encama şerê azerî û ermenîyan da, di salên 90î da mala xwe

bar kirîye Qazaxistanê, di Ûnîvêrsîteya Abay a Dewletê li Almatê serektîya para Fîlolojîya Rojhilat kiriye û bûye Prorektorê (cigîrê rektor) ûnîvêrsîteyê.

Di bin serektîya K. Mîrzoyev da ji dehan zêdetir kes profesîya fîlolog û zanyarîyê qezenc kirine. Bûye şêwirmendê gelek monografîyên doktorayê. K. Mîrzoyev ku li bajarên weke Parîs, Berlîn, Brûksel û hwd. endamê gelek ûnîvêrsîte û enstîtuyên lêgerîna zanistê ye, li bajarên weke Almatê, Moskva, Sankt-Petersburg, Bakû, Êrîvan, Tîflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam, Brûksêl û Tehranê weke çalak beşdarî konferansên zanistî yên teorîk û praktîk bûye.

K. Mîrzoyev endamê Yekîtîya Nivîskarên YKSS (Yekîtîya Komarên Sovêta Sosyalîst), serekê para Azerbaycan a Yekîtîya Ermenîstanê bûye û redaktorîya kovara “Edebî Ermenîstan” kiriye. Di heman demê da K. Mîrzoyev endamê PEN-a Kurde û li Almatê serredaktorîya kovara “Nûbar” dike, ku ev kovar bi kurdî û rûsî tê weşandinê.

K. Mîrzoyev di jîyana civakî û sîyasî ya kurdên Sovêta berê û Komara Qazaxistanê da roleke çalak dileyize. Bûye cîgirê serekê Yekîtîya Giştî Kurdên YKSSyê(1991). Ji 28ê îlona 2003an da serektîya “Berbang” - Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê dimeşîne. Ji sala 2002yan va cîgirê serekê Yekîtîya Komeleyên Kurd ên Navneteweyîye (Moskva).

Di 22ê cotmeha 1998an da madalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtîye, ji ber xizmeta xwe ya di hêla civakî û perwerdeyê de.

Di sala 2006an da pirtûka wî ya bi navê “Zimanê kurdî” ku du cîld in û ji bo komên 2-5 û 6-9 hatîye amadekirin, ji alîyê Wezareta Perwerde û Zanistê ya Qazaxistanê va hatibû pesendkirin, weke pirtûka dersê derkete ronahîyê. Wî usa jî sala 2006an “Bername û rêberîya mêtodîkayê ji bo mamosteyê zimanê kurdî” amede kirîye (ji bo dersxanên 2-9-an).

Ji bilî çapkirina 30 pirtûkan, 600-700 nivîsên wî li ser çand, dîrok, ziman, û wêjeya kurdî hene. Nivîs û pirtûkên wî bi zimanên Rûsî, Azerî, Ermenî, Tirkî û çend zimanên din hatine çapkirin.

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev di 22ê cotmeha 1998an da medalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtîye, ji ber xizmeta xwe ya di warî civakî û perwerdeyê de.

Çend pirtûkên Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev  yên girîng:

  • “Ji dîroka têkilîyên wêje ya Azerbaycan-kurd”. Erîvan, 1975.
  • “Nivîskarên Azerbaycana Îranê di derheqa kurdan de”. Êrîvan, 1975.
  • “Wêjeya neteweyî û pevgirêdanên wêjeyê”. Êrîvan, 1985.
  • “Asoyên wêjeyî”. Êrîvan, 1987.
  • “Pira dostanîyê”. Bakû, 1989.
  • “Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilat”. Almata, 1995.
  • “Têkilîyên navbera wêjeyan û pirsgirêkên varisî”. Almaata, 1996.
  • “Çarenûsa dîroka wêjeya kurd”. Almaata, 1998.
  • “Kurd. Ansîklopedîya biçûk”. Almaata, 2001.
  • “Kurd”. Almaata, 2003 /bi Îngilîzî/.
  • “Wêjeya kurdî/Wêjeya gelên Qazaxistanê”. Almaata, 2004.
  • “Zimanê kurdî (2 cîld)”. Almaata, 2006.
  • “Bernameya mêtodîk a zimanê kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)”. Almata, 2006.
  • “Kurd”. Brûksel, 2006 /bi hollandî.

 

Serepeyv