Li Çekyayê du trenan li hevdan: 3 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
Tebax 04, 2021 20:43 Asia/Tehran
Li sînorê Çekyayê yê nêzîk Almanyayê nêzîkî bajarokê Domazlice du trenên rêwiyan li hevdan û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 50 kes jî birîndar bûn.
Berpirsa Tîma Rizgarkirinê yê herêma Plzen a li rojavayê Çekyayê Marîa Svobodova ji çapemeniya welatê xwe re ragehand, li gundê Milavce ya ser bi bajarokê Domazlice du trenan li hevdaye û di bûyerê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 50 kes jî birîndar bûne.