Li Çînê ji ber hilweşyana otêlekî 8 kes mirin
Tîrmeh 13, 2021 17:50 Asia/Tehran
Li Çînê ji ber hilweşyana avahiya otêlekê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û herwaha ji bo wan kesên di bin xirbeyan de mane xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Li bajarê Suhzhou ya ser bi eyaleta Jiangsu ya Çînê avahiya otêlê hilweşiya.
Li gor wezareta Rewşên Lezgîn ragehandiye, tîmên xebatên rizgar kirin û lêgerînê geheştine herêmê û heta naha termê 8 kesan hatiye derxistin.
Herwaha li gor heman daxuyaniyê 14 kes di bin xirbeyan hatine rizgar kirin û 9 kes jî winda ne.
Otêla xwedî 54 odeyî di sala 2018ê de ji xizmetê re hatibû vekirin.