Hezîran 30, 2021 11:38 Asia/Tehran
  •  Heiko Maas: Em dê alîkariya Iraq û Sûriyê bikin

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas got ku ew ê di çarçoveya piştgiriya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de 150 mîlyon Euro ji bo Iraqê û 75 mîlyon Euro jî ji bo Sûriyê xerc bikin. Wezîre derve yê Iraqê Fuad Husên jî got ku divê malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê ji hêla welatên xwe ve werin qebûlkirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezîrên derve yên 83 welatan bi serpereştiya Amerîka û Îtalyayê li Romayê beşdarî civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê bûn.

Di civînê de, hevahengiya hevpeymaniyê di têkbirina teqez a DAIŞê, aramkirina herêmên rizgarkirî li Sûriye û Iraqê, alîkariya mirovî ji Sûriya re, û her weha gefên rêxistinê yên li Afrîkayê hatin nîqaşkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di civînê de axovî û wiha got “Bi xebata me ya hevpar me li dijî DAIŞê pêşveçûnêk bi dest xist lê hîn jî gelek tişt hene ku bên kirin.”

Blinken diyar kir ku nayê tehemulkirin ku 10 hezar endamên DAIŞê hîn jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di kampên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) girtî bin û wiha berdewam kir “Ev rewş bi hêsanî nayê qebulkirin. Ew nikare heta hetayê wiha bidome.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê banga xwe dubare kir ku hemî welatên endamên hevpeymaniya dijî DAIŞê welatiyên xwe yên tevlî DAIŞê bûne vegerînin.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas di civînê de bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsa peyamnêra Rûdawê Ala Şalî jî got ku ew ê li Iraq û Sûriyê alîkariya hevalbendên xwe biomînin.

Maas got: “Em dixwazin li Iraqê xebatên ku bi hevpeymaniyê re tên meşandin xurt bikin. Bi taybetî li heremên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin. Ji ber vê yekê Almanya îsal ji Iraqê re 150 milyon Euro û ji bo Sûriyê ji 75 Euro budçe veqetandiye.”

Heiko Maas destnîşan kir ku ew ê alîkariya hukûmeta Iraqê bikin da ku bi Herêma Kurdistanê re hilbijartinek zelal bike.

Di civînê de, mijara zuhakirina çavkaniyên darayî yên DAIŞê û bidawîkirina derfetên wê yên propagandayê jî hate rojevê.

Wekî din, rewşa kesên ku tevlî DAŞê bûne û malbatên DAIŞê yên ku niha li Iraq û Sûriyê ne jî hate nîqaşkirin.

Herwiha Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî ji Rûdawê re axivî û got “Kampa Holê kampeke pir mezin û pir xeternak e. Ji ber ku piraniya malbatên DAIŞê yên ku di kampê de û zarokên ku li wir mezin dibin di bin sîwana bîr û ramana DAIŞê de mezin dibin. Ev pir xeternak e.”

Husên tekez kir ku demek dirêj e ew gelek hewl didin ji bo ku malbatên DAIŞê ji aliyê welatên xwe ve werin qebûlkirin û wiha dibêje “Ev rastiyek e ku hin welat naxwazin van mirovan qebûl bikin. Ji bo ku ev kes bêne radestkirin û li welatên xwe werin darizandin demek em bi hin welatan re di nav diyalogê de ne.”

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di Îlona 2014an de hat damezirandin, armanca wê ew e ku DAIŞê biqedîne, têkoşîna li dijî fînansekirin û binesaziya aboriya wê bike, pêşî li herikîna endamên rêxistinê yên biyanî bigire, piştgiriya aramiyê li deverên ji DAIŞê hatine rizgarkirin û ji nû ve avakirina karûbarên giştî yên bingehîn, û şerê propagandaya rêxistinê bike.

 

 

Serepeyv