Ji ber hilweşiyana avahiyekê Miyamiya Amerîkayê kesekî can da 99 kes wenda bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i327226-ji_ber_hilweşiyana_avahiyekê_miyamiya_amerîkayê_kesekî_can_da_99_kes_wenda_bûn
Duh li bakurê Miyamî, li eyaleta Florîda ya Amerîkayê, avahiyeke 12 qatî hilweşiya, di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 99 kes jî winda ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2021 10:19 Asia/Tehran
  • Ji ber hilweşiyana avahiyekê Miyamiya Amerîkayê kesekî can da 99 kes wenda bûn

Duh li bakurê Miyamî, li eyaleta Florîda ya Amerîkayê, avahiyeke 12 qatî hilweşiya, di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 99 kes jî winda ne.

Polîsê Miغami ragihand; heta niha 99 kes winda ne, kesekî jî canê xwe ji dest da, ti zanyarî jî tune ye ku gelo qurbanî û kesên winda, rûniştiyên wê avahiyê bûn, an jî li nêzîkî avahiyê bûn.

Herwiha hat ragihandin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dest bi rizgarkirina qurbaniyan kirine.

Weke din hat eşkerekirin ku ew avahî di sala 1980an de hatiye çêkirin û 130 malbat tê de dijiyan.