Hezîran 14, 2021 22:04 Asia/Tehran
  • Li Somaliyê di operasyoneke hember rêxistina Eş-Şebab de 50 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin

Li Somalî ya welatê Afrîqayê li hember rêxistina terorîst a Eş-Şebabê operasyon pêkhatin û di operasyonan de herî kêm 50 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin û cîhên mayîna wan jî hatin jinavbirin.

Artêşa Somaliyê ragehand, ji roja 11ê Hezîranê heta naha li herêma Hiiraan li hember rêxistina terorîst a Eş-Şebabê operasyon pêkanîne û di operasyonê de herî kêm 50 çekdarên wê rêxistinê hatine kuştin û cîhên ku wê rêxistinê wek binke jî bikartanîn hatine jinavbirin.

Rêxistina Eş-Şebabê li herêmê li hember hêzên ewlehiyê û cîhên sivîl berdewam êrîşên çekdarî pêktîne û di demekî ku helbijartinên Somalî yên hatibûn paşxistin re amadekarî tên kirin û artêşa Somaliyê jî li hember wê rêxistinê operasyonan pêktîne.

Hat ragehandin heta naha operasyonên hatine kirin de 6 gund ji rêxistina Eş-Şebab hatine paqij kirin.

Eş-Şebab komeke terorîstî ya girêdayî el-Qaîde ye ku bi sedan kes heya niha bûne qurbaniyên êrişên vê koma terorîst.

Somalî ji dema ku Eş-Şebab di 2004-an de hate damezirandin tûşî şerê vê koma terorîst bûye, bi texmînî di sala 2014-an de 7 heya 9 hezar hêzên vê komê hene.

Serepeyv