Li Tûnisê bangên hilweşandina rejîma vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326985-li_tûnisê_bangên_hilweşandina_rejîma_vî_welatî
Li Tûnisê piştî pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de, duh gel banga hilweşandina rejîma Ixwanan ya vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2021 03:35 Asia/Tehran
  • Li Tûnisê bangên hilweşandina rejîma vî welatî

Li Tûnisê piştî pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de, duh gel banga hilweşandina rejîma Ixwanan ya vî welatî kir.

Xwepêşandan ji ber belavbûna dîmenekî ku hêzên ewlekariyê li ciwanekî dixin û cilên wî jê dikin, her wiha kuştina ciwanekî din di rewşên ne diyar de li herêma Sîdî Hesen a girêdayî paytextê derketin.

Pevçûn li herêma Sîdî Hisên û El-Sîcûmî, her wiha li kolana El-Hebîb Bû Reqîbe ya li paytexta Tûnisê çêbû. Xwepêşandêr banga istîfakirina serokê hikûmetê Hîşam El-Mişîşî, dikin.

Xwepêşandaran banga hilweşandina rejîma Ixwanan a ku destekê dide hikumeta El-Mişîşî, kirin û banga hesabxwestinê li tevgera El-Nehdayê kir. 

Li gorî toreya El-Eyn El-Exbariye ku 43 rêxistinên civaka sivîl a Tûnisê di daxuyaniyekê de diyar kirin berpirsê binpêkirinên saziyên ewlekariyê serokê hikûmeta Tûnisê ye.