Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 13 kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i326958-li_amerîkayê_di_êrîşeke_çekdarî_de_13_kes_birîndar_bûn
Li bajarê Austin a ser bi eyaleta Teksas a Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 13 kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2021 17:15 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 13 kes birîndar bûn

Li bajarê Austin a ser bi eyaleta Teksas a Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 13 kes birîndar bûn.

Bûyera ku di şeqama şeşem a cîhê ahengan a bajarê Austin pêkhat de ti kesekî jiyana xwe ji dest neda lê 13 kes birîndar bûn.

Berpirsê Polîsê Austin Şef Joseph Chacon ragehand, rewşa 2 birîndaran metirsîdar e û kesê êrîşkar jî hîn nehatiye girtin.

Chacon ragehand, bûyer ji ber çi pêkhatiye nediyar e, lê divê em pir şiyarbin û ji ber wê jî me FBI agahdar kiriye ji ber dibe bûyer terorîstî be û wek erkekî hevbeş ê terorî ew jî hatin agahdar kirin.