Rûsiyê xwest ku Ukrayn ji Konseya Ewropayê bê derxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i325385-rûsiyê_xwest_ku_ukrayn_ji_konseya_ewropayê_bê_derxistin
Li pey candan û birîndarbûna du kesan di êrîşa balefirên bêbalefirvan ên ukraynî li ser navçeyeka Dûnbasê li rojhilatê Ukraynê, Vîçêsla Valûdîn Serokê Dûmaya Rûsiyê xwest ku Ukrayn ji Konseya Ewropayê bê derxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2021 16:51 Asia/Tehran
  • Rûsiyê xwest ku Ukrayn ji Konseya Ewropayê bê derxistin

Li pey candan û birîndarbûna du kesan di êrîşa balefirên bêbalefirvan ên ukraynî li ser navçeyeka Dûnbasê li rojhilatê Ukraynê, Vîçêsla Valûdîn Serokê Dûmaya Rûsiyê xwest ku Ukrayn ji Konseya Ewropayê bê derxistin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Vîçêsla Valûdîn di kanala xwe ya Telegramê tevî amajeya bi candana zarokekî di encama êrîşa balefira bêpîlot a Ukraynê ser navçeya Elêksandrofkayê li derdora bajarê Dûnitskê li rojhilatê Ukraynê, ew wek trajedî da zanîn û nivîsî: Li rojhilatê Ukraynê trajediyeke din qewimî, lê medyayên ewropî qet nûçeya wê ranagihînin.

Wî nivîsî: Ev karê Ukraynê bi hevahengî û erêkirina erbabên amerîkî û bêdengiya piştrastker a welatên ewropî pêk hat.