Gotêrêş: Belavkirina vaksîna Koronayê navbera welatên cîhanê edlane nîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i325384-gotêrêş_belavkirina_vaksîna_koronayê_navbera_welatên_cîhanê_edlane_nîne
Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) careke din ji şêwaza berhemanîn û belavkirina vaksîna Koronayê navbera welatên cîhanê rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2021 15:35 Asia/Tehran
  • Gotêrêş: Belavkirina vaksîna Koronayê navbera welatên cîhanê edlane nîne

Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) careke din ji şêwaza berhemanîn û belavkirina vaksîna Koronayê navbera welatên cîhanê rexne kir.

Antoniyo Gotêrêş (António Guterres), Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Yekşemiyê di twittekê da bi vê mebestê nivîsî: Tu yek ji beşên bersiva cîhanî bo panddemiya Koronayê ji berhemanîn û belavkirina vaksînê bigir heta piştevaniya ji welatên di halê pêşketinê, tiştê ku pêwîst e pêşda naçe.

Gotêrêş di dewamê da nivîsî: Em ê tenê bi kiryareke wêrekane vê serdemam tirsnak bi dawî bînin û baştirbûna mayînde dest pê bikin.