Destpêka civîna Lijneya Rêvebirên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i324526-destpêka_civîna_lijneya_rêvebirên_ajansa_enerjiya_atomê_ya_navneteweyî
Civîna sê mehane ya Lijneya Birêvebirên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) bi beşdariya 35 welatên endam îro berêvarê dest pê kir, di heman demê de mijara Îran û Rêkeftina Navokî mesela sereke ya civînê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2021 21:15 Asia/Tehran
  • Destpêka civîna Lijneya Rêvebirên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî

Civîna sê mehane ya Lijneya Birêvebirên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) bi beşdariya 35 welatên endam îro berêvarê dest pê kir, di heman demê de mijara Îran û Rêkeftina Navokî mesela sereke ya civînê ye.

Li gorî IRNA-yê, civîn dê bi rengê mecazî li pişt deriyên girtî tê lidarxistin. Wekî herdem, Rafael Grossi, Midûrê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî, dê di destpêka civînê de biaxive.

Civîna îro di demekê de ye ku medyaya rojavayî ragihand ku Amerîka dixwaze biryarnameyek dijî Îranêraberî civata rêveberiya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî bike.

Çavkaniyên nûçeyan raghandin ku dîplomatên Amerîkî Pêncşema borî reşnivîsa biryarnamê belav kir ku tê da protestoya Amerîkayê ya li dijî biryara Îranê ya sekinandina kiryara xwebexş a di bin Rêkeftina Navokî de dikeve ber çavan û ji Îranê tê xwestin ku bi tevahî bi mufetîşên IAEA re hevkariyê bike.

Îran îradeya xwe ya xurt nîşan da ku Qanûna Çalakiya Stratejîk di wextê xwe de cîbicî bike û diyar kir ku Îran tenê wê demê kiryara xwebexş a di bin Rêkeftina Navokî de cih tîne ku boykotên li dijî Îranê nemînin.

 Ji aliyê din ve wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro duşemê li rex kombûna Komisyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, têkildarî hewildanên derketina biryarnama dijî Îranê li Civata Rêvebirên IAEA, got: "Ewropî bi piştgiriya Amerîkayê di Civata Rêveberan de karekî çewt dest pê kirin ku dê bibe sedema telîheviya rewşê.

Zerîf got ku rewşa heyî ji hemî endamên Lijneya Rêveberan re hatî vegotin û wiha dewam da gotina xwe: "Em hêvî dikin ku aqil bi ser keve û heke wiya çênebe, di vî warî de eê ê rûçareyên din bicerbînin."