Li Nîjeryayê di êrîşa çekdarî de 18 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i324465-li_nîjeryayê_di_êrîşa_çekdarî_de_18_kes_mirin
Li bakurê Nîjeryayê ji aliyê kesên çekdar ve êrîşek pêkhat û di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2021 18:30 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê di êrîşa çekdarî de 18 kes mirin

Li bakurê Nîjeryayê ji aliyê kesên çekdar ve êrîşek pêkhat û di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsê navxwe û ewlehiya navxwe ya eyaleta Kaduna Samuel Aruwan daxuyaniyeke nivîskî da û ragehand, li herêmên Igabi, Chikun û Buruku ji aliyê kesên çekdar ên nasnama wan nediyar ve êrîş pêkhatine.

Aruwan got, di êrîşan de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne û hin kes jî hatine revandin.

Hat ragehandin di êrîşan de gelek mal hatine şewitandin û 20 ser sewal jî telef bûne.

Aruwan got, li herêmê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve operasyon hatine destpê kirin.