Troyîkaya ewropî îdiayên xwe derbarê Îranê dubare kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i324051-troyîkaya_ewropî_îdiayên_xwe_derbarê_Îranê_dubare_kirin
Troyîkaya ewropî bêyî amajeya bi binpêkirina berdewam a sozên xwe yên derheqê Peymana Navokî, careke din îdiaya binpêkirina sozên vê peymana navokî ji aliyê Îranê va kir.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 12, 2021 15:55 Asia/Tehran
  • Troyîkaya ewropî îdiayên xwe derbarê Îranê dubare kirin

Troyîkaya ewropî bêyî amajeya bi binpêkirina berdewam a sozên xwe yên derheqê Peymana Navokî, careke din îdiaya binpêkirina sozên vê peymana navokî ji aliyê Îranê va kir.

Troyîkaya Ewropî (European troika) bêyî amajeya bi binpêkirina berdewam a sozên xwe yên derheqê Peymana Navokî, careke din îdiaya binpêkirina sozên vê peymana navokî ji aliyê Îranê va kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Fransa, Almanya û Brîtanya sê welatên ewropî yên wajokerê Peymana Navokî îro Înê bi dayîna daxuyaniyeke hevpar îdia kirin ku berhemanîna Uraniyûma metal li Îranê nîgeranker û binpêkirina Peymana Navokî ye.

Troyîkaya ewropî di vê daxuyaniyê da îdia kir, ew ji Îranê dixwazin ku bêyî her cûre derengiyê van kiryarên xwe rawestîne û pêngavên nû di warê kêmkirina sozên xwe yên li gorî Peymana Navokî raneke.

Fransa, Almanya û Brîtanyayê di vê daxuyaniyê da îdia kirin, Îran bi van kiryaran di halê lawazkirina derfeta vejiyandina dîplomasiyê jibo bidestxistina tam a armancên Peymana Navokî ye.