Şêwirmendê Serokê Navçeya Qerebaxê ji Komara Azerbaycanê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i324050-Şêwirmendê_serokê_navçeya_qerebaxê_ji_komara_azerbaycanê_rexne_kir
Şêwirmendê Serokkomarê xwebinavkirî yê Navçeya Qerebaxê ji ber hêdîbûna pêvajoya veguhestina dîlên ermenî ji Komara Azerbaycanê rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2021 15:52 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê Serokê Navçeya Qerebaxê ji Komara Azerbaycanê rexne kir

Şêwirmendê Serokkomarê xwebinavkirî yê Navçeya Qerebaxê ji ber hêdîbûna pêvajoya veguhestina dîlên ermenî ji Komara Azerbaycanê rexne kir.

Li gorî rapora Armen Newsê, Artak Bîgleriyan, Şêwirmendê Serokkomarê xwebinavkirî yê Navçeya Qerebaxê nîgeraniya xwe ji dewama ragirtina hêsîrên ermenî li zîndanên Komara Azerbaycanê û bêhaybûna ji wendabûyiyan diyar kir.

Wî her wiha got: Renge Komara Azerbaycanê komeke ji wendabûyiyan binax kiribin.

Bîgleriyan tevî amajeya bi hêdîbûna pêvajoya naskirina meytên peydabûyî û radestkirina wan bo malbatê ragihand: Ermenistanê meha bihurî duyemîn amûra DNA'yê kiriye û hêvîdar e ku pêvajoya naskirina meytan bileztir pêk bê.