Polîsên Çeçenistanê çeteyekî berpirsê êrişên li dijî Moskowê kuşt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i323413-polîsên_Çeçenistanê_çeteyekî_berpirsê_êrişên_li_dijî_moskowê_kuşt
Li Çeçenistanê kesê bi pêşengiya çeteyên DAIŞ’ê û pêkanîna êrişên li dijî Moskowê hatibû tawanbarkirin û di lîsteya terorê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de ye, ji hêla polîsên Çeçnistanê ve hate kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2021 05:38 Asia/Tehran
  • Polîsên Çeçenistanê çeteyekî berpirsê êrişên li dijî Moskowê kuşt

Li Çeçenistanê kesê bi pêşengiya çeteyên DAIŞ’ê û pêkanîna êrişên li dijî Moskowê hatibû tawanbarkirin û di lîsteya terorê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de ye, ji hêla polîsên Çeçnistanê ve hate kuştin.

Serokê Çeçenistanê Remezan Qedîrov duh ragihand ku Aslan Potokayêv ku bi pêşengiya çeteyên DAIŞ`ê li Çeçenistanê û pêkanîna êrişên li dijî Moskowê hatibû tawanbarkirin, hatiye kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê sala 2016`an Potokayêv ku bi navê ‘Emîr Hemze’ tê naskirin, xistibû lîsteya terorê. Wezaretê bi bîr xistibû ku Potokayêv Hezîrana 2015`an bûye lîderê çeteyên DAIŞ`ê yên li Çeçenistanê.