Li Endonezyayê lehî rabû û 5 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i323285-li_endonezyayê_lehî_rabû_û_5_kes_mirin
Li eyaleta Sulawesî ya bakura Endonezyayê ji ber lehî rabû û hezaz pêkhat 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2021 17:47 Asia/Tehran
  • Li Endonezyayê lehî rabû û 5 kes mirin

Li eyaleta Sulawesî ya bakura Endonezyayê ji ber lehî rabû û hezaz pêkhat 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya serokê Navenda Peyvendî û Ajansa Rêveberiya Karesatên Netewî ya Endonezyayê Raditya Jatî, li bajarê Manado yê ser bi wê eyaletê duh ve barîna baranên tund bû sedemê lehî û şimitîna erdê ango hezazê û ji ber wê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û lêgerîna kesekî winda jî berdewam dike.

Jatî ragehand, 500 kes bo cîhên bi ewle hatine veguhestin û 12 malan de ziyan derketiye holê.

Hêjayê gotinê ye ku roja înê li bajarê Majene yê ser bi eyaleta Sulawe ya Rojavayê Endonezyayê erdhejekî bi hêza 6.2 çêbû û di erdhejê de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.