Wezîrê Derve yê Almanyayê: Trump bingehên demokrasiyê binpê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i323215-wezîrê_derve_yê_almanyayê_trump_bingehên_demokrasiyê_binpê_kir
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi binpêkirina bingehên demokrasiyê tawanbar dike, ji ber ku encama hilbijartinê red kiriye û alîgirên xwe han daye ku bi ser avahiya Kongresê de bigirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2021 11:00 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Almanyayê: Trump bingehên demokrasiyê binpê kir

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi binpêkirina bingehên demokrasiyê tawanbar dike, ji ber ku encama hilbijartinê red kiriye û alîgirên xwe han daye ku bi ser avahiya Kongresê de bigirin.

Heiko Maas dibêje, bûyerên bi vî awayî divê wiha li welatên demokratîk bike ku lêkolînê li dijminên navxweyî bikin.

Maas amaje bi wê yekê jî kiriye, ku beşek ji şiyana berprisên siyasî yên weke Trump ji bo xirab bikaranîna desthilatê û handana tundûtîjiyê, bi sedema guherîna asoya rojnamevaniyê ye.

Wezîrê Derve yê Almanyayê destnîşan kir, nabe rê bi kompaniyên teknolojiyê bê dan, ku nêrînan ji azadiya derbirînê cihê bikin.

Hefteya bihorî û piştî êrişa alîgirên Trump bo ser avahiya Kongresa Amerîkayê, Facebook, Instagram û Twitter û vê heftiyê jî Snpachat hesabên Donald Trump girtin.