Çile 10, 2021 13:31 Asia/Tehran
  •  Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 90 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 90 milyonî derbas bû.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li gor malpera "Worldometers" a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike, di şewba ku li bajarê Wuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket û belayî tevahiya dinyayê bû da jimara pêketiyên tesbîtkirî derket 90 milyon û 86 hezar û 549an.

Welatê ku lê herî zêde pêketî hene, bi 22 milyon û 699 hezar û 938 pêketiyan va Amerîka ye.

Piştî Amerîkayê bi 10 milyon û 451 hezar û 346an va Hindistan, 8 milyon û 75 hezar û 998an va Brezîlya, 3 milyon û 379 hezar û 103yan va Rûsya, 3 milyon û 17 hezar û 409an va Îngiltere, 2 milyon û 767 hezar û 312an va Fransa, 2 milyon û 317 hezar û 118an va Tirkiye, 2 milyon û 257 hezar û 866an va Îtalya, 2 milyon û 50 hezar û 360î va Îspanya, milyonek û 914 hezar û 335an va Almanya, milyonek û 771 hezar û 363yan va Kolombiya, milyonek û 714 hezar û 409 an va Arjantîn, milyonek û 524 hezar û 36an va Meksîka, milyonek û 376 hezar û 389an va Polonya, milyonek û 280 hezar û 438an va Îran, milyonek û 214 hezar û 176an va Afrîkaya Başûr, milyonek û 110 hezar û 15an va Ukrayna û milyonek û 32 hezar û 275an va Peru tê.

Li tevahiya dinyayê ji ber Kovîd-19ê milyonek û 934 hezar û 939 kes mirin, 64 milyon û 469 hezar û 156 kes ji vîrusê filîtîn û baş bûn.

 

Serepeyv