Alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê sibe dê were Têhranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i322488-alîkarê_serokwezîrê_komara_azerbaycanê_sibe_dê_were_têhranê
Alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê li Nakûyê qala hatina Alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê bo Têhranê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2020 20:25 Asia/Tehran
  • Alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê sibe dê were Têhranê

Alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê li Nakûyê qala hatina Alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê bo Têhranê kir.

Seyid Ebas Mûsewî, Balyozê Îranê li Bakûyê roja Duşemiyê di twittekê da nivîsî: Şahîn Mustefayêv Alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê sibe anku Sêşemiyê dê were Têhranê.

Mûsewî her wiha nivîsî: Di vê seferê da ku Perwîz Şehbazov Wezîrê Enêrjiyê û çend rayedarên Komara Azerbaycanê jî dê hevrêtiya Alîkarê serokwezîrê Komara Azerbaycanê bikin, dê derbarê rewşa herî dawîn a hevkariyên Têhran û Bakûyê, nemaze di warê av, elektrîk û enêrjiyê gotûbêj were kirin.