Li Efganistanê di teqînekê de 15 sivîl hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i322399-li_efganistanê_di_teqînekê_de_15_sivîl_hatin_kuştin
Wezareta Karên Hundir a Efganistanê ragihand ku îro li wîlayeta Xeznî ya rojahilatê welêt teqînek pêk hatiye û di encamê de 15 sivîl hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2020 16:48 Asia/Tehran
  • Li Efganistanê di teqînekê de 15 sivîl hatin kuştin

Wezareta Karên Hundir a Efganistanê ragihand ku îro li wîlayeta Xeznî ya rojahilatê welêt teqînek pêk hatiye û di encamê de 15 sivîl hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Efganistanê Tariq Aryan piştrast kir ku motorsîklêteke bombebarkirî li pêşiya malekê li gundekî herêma Kêlan a girêdayî wîlayeta Xeznî ya rojhilatê Efganistanê, hatiye teqandin.

Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Ji beriya gelek salan ve li Efganistanê tundî zêde bûye û ji ber wê yekê aboriya welêt têk çûye û binesazî bi temamî hatiye rûxandin, her wiha gelek welatiyên Efganistanê koçberî welatên din bi taybet Îran û Pakistanê bûne.