Gerdûngerra "Chang'e 5" a çînî ji hîvê kevir û ax anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i322364-gerdûngerra_chang'e_5_a_çînî_ji_hîvê_kevir_û_ax_anîn
Çînê roja 23'yê sermaweza (Mijdar) 2020'î gerdûngerra "Chang'e 5" şandibû hîvê, 1'ê vê mehê rojekê xwe danîbû û 16'yê vê mehê jî vegeriya erdê. Armanca çînê ji vê ew bû ku ji ji bo lêkolînê ji hîvê hinek kevir û axê kom bike û bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2020 09:54 Asia/Tehran
  • Gerdûngerra

Çînê roja 23'yê sermaweza (Mijdar) 2020'î gerdûngerra "Chang'e 5" şandibû hîvê, 1'ê vê mehê rojekê xwe danîbû û 16'yê vê mehê jî vegeriya erdê. Armanca çînê ji vê ew bû ku ji ji bo lêkolînê ji hîvê hinek kevir û axê kom bike û bîne.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Roketa Chang'e 5 di vegerê xew li cihek nêzî Eyaleta av Moxolistanf Navîn ku li bakurê Çînê ye danî.

DYA'yê di salên 1970'yan de Apollo û Yekîtiya Sovyetê jî Luna ji bo vî karî peywirdar kiribûn lê piştî wan ev 40 sal bûn ku xebateke din a wisa nehatibû kirin.

Çînê par "Chang'e 4" şandibû hîvê û li aliyên tarî yê hîvê danîbû. Bi vê yekê bûbû yekem welat ku roketê dişîne û li aliyê tarî yê hîvê datîne.