Kanûn 16, 2020 21:11 Asia/Tehran
  • Yewnanistanê pişka bûdceya berevaniya xwe 5 qat zêde kir

Yewnanistanê pişka bûdceya xwe ya ji bo berevaniyê 5 qat zêde kir û bûdeceya berevaniya salal 2021ê weke 5,49 milyar euro hat diyarkirin ji wê beşê 2,5 milyar euro bo dabînkirina çekan were bikaranîn.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Miçotakis di parlementa de derbarê kirîna 18 frokeyên şer ên ji cureya Rafale ji Fransayê axivî.

Serokwezîr Miçotakîs got, di nav çend rojan de peymana kirîna 18 Rafale dê li Atînayê bê îmzekirin û biryar e di sala 2021an de radestkirina wan were destpêkirin.

Miçotakisli amaje bi kirîna çekan kir û got ku li gel hemû tengasiyan, divê mesrefên serbazî bên zêdekirin.

Serokwezîrê Yewnanistanê da zanîn ku ligel firokeyên Rafale plan dikin ku keştîcengên nû, helikopter, frokeyên bêmirov bikirin û fîloya F-16an nûjen bikin.

Rêveberîya Atînayê ragihandibû di 10 salan de 10 milyar dolar ji bo biçekbûnê bê xerckirin.

Yewnanistanê 10 sal zêdetir e ku di nav krîzeke aborî de ye. Ji ber vê yekê di 2008an de bûdceya berevaniyê 7,24 milyar Euro bû, di 2018an de heta 3,74 milyar Euroyê ketibû.

Rêveberiya Atînayê di 2019a de bûdceya berevaniyê 3,38 milyar Euro ragihandibû, para biçekbûnê jî 542 milyon û 779 hezar euro bû.

Bûdceya berevaniya Yewnanistanê di 2020an de gihîşt heta 3,97 milyar Eruo, ji bo mesrefa biçekbûnê 540 milyon û 692 euro eşkere kiribûn.

Serepeyv