Li Efganistanê rojnamegerek jin hate kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i322185-li_efganistanê_rojnamegerek_jin_hate_kuştin
Li rojhilatê Efganistanê çekdarên nenas rojnamegerek jin gulebaran kirin û kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2020 19:27 Asia/Tehran
  • Li Efganistanê rojnamegerek jin hate kuştin

Li rojhilatê Efganistanê çekdarên nenas rojnamegerek jin gulebaran kirin û kuştin.

Berdevkê hikûmeta herêma Nengerhar a rojhilatê Efganistanê Etella Xuciyanî ragihand ku sibaha îro piştî rojnameger Melale Meywand ji mal derket, wesayîta wê hatiye gulebarankirin. Piştî birîndarbûnê jiyana xwe ji dest da.

Heta niha ti hêz û koman berpirsyartiya bûyerê li xwe negirtiye. Lê, şaxê DAIŞ’ê berê piraniya êrişên li ser sivîlan ên li rojhilatê welat li xwe digirt.

Li gorî medya Efganistanê tevlî ku Melale pêşkêşvan û bêjer bû, çalakvanek diyar a mafê jinan û zarokên Egfanistanê bû.