Li Almanyayê erebeyek ket nav welatiyan: 2 mirî, 15 birîndar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321921-li_almanyayê_erebeyek_ket_nav_welatiyan_2_mirî_15_birîndar
Li bajarê Trier ê Almanyayê erebeyek kete nav rêya peyade û li şêniyan qelibî. Di encamê de 2 kes mirin û 15 jî bi giranî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2020 05:29 Asia/Tehran
  • Li Almanyayê erebeyek ket nav welatiyan: 2 mirî, 15 birîndar

Li bajarê Trier ê Almanyayê erebeyek kete nav rêya peyade û li şêniyan qelibî. Di encamê de 2 kes mirin û 15 jî bi giranî birîndar bûn.

Polîsên bajêr bi twittekê wiha diyar kir: "Me ajokarê (şofêrê) erebeyê yê ku ev kirin pêk aniye, girt."

Tîmên polîs û rizgariyê çûn cihê bûyerê, her wiha desthilatan ji welatiyan xwest ku neçin naverasta bajêr, lê belê îşaret bi xwezaya êrişê nekirin, ku êrişeke terorî ya muhtemel heye yan na.

Berpirsê bajarê Trier Wolfram Liebe ji kanala SWR re wiha got: "Ji bilî 2 miriyan, 15 kes jî bi giranî birîndar bûne