Li Almanyayê planeke nû ji bo rêlibergirtina nijadperestan tê danîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321760-li_almanyayê_planeke_nû_ji_bo_rêlibergirtina_nijadperestan_tê_danîn
Hikûmeta Almanya li kêleka Koronayê, niha plana rûbirûbûna nijadperestî û rastgirên tundrew jî datîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2020 17:08 Asia/Tehran
  • Li Almanyayê planeke nû ji bo rêlibergirtina nijadperestan tê danîn

Hikûmeta Almanya li kêleka Koronayê, niha plana rûbirûbûna nijadperestî û rastgirên tundrew jî datîne.

Parlamentoya Almanyayê ji bo danîna plana rûbirûbûna nijadperestî û rastgirên tundrew, komîsyonek hilbijart û wê komîsyonê paketeke çalakiyan amade kir.

Komîsyonê pêşniyarnameyek ji 89 xalan pêk tê amade kir û armanca wê lawazkirin û rûbirûbûna nijadperestiyê û rastgiriya tundrew e.

Ev demeke dirêj e ku Partiya Sosyal Demokrat (SPD) daxwaza cîbicîkirina Yasaya Handana Demokrasiyê dike, lê partiyên desthilatdar ên Almanya Yekîtiya Xirîstiyanên Demokrat (CDU), Yekîtiya Xirîstiyanên Sosyal (CSU) bi guman lê dinere, niha derfeta cîbicîkirina wê yasayê jî çêbû. Ji bo ev pakêta çalakiyan têkeve warê cîbicîkirinê, divê ji aliyê hikûmeta federal ve were pesendkirin.

Armanca hikûmetê ji vê pakêtê ew e ku sedemên zêdebûna rastgirên tundrew baştir fêm bike, bersiveke bihêz bide çalakiyên wan û piştgiriyê bide Civaka Sivîl ya Demokratîk.

Komisyonê da xuyakirin ku dê hikûmet di navbera salên 2021-2024an de ji bo projeyên rûbirûbûna nijadperestiyê zêdetirî milyarek euro terxan bike.

Wezîra Dada Almanya Federal Christine Lambrecht di vê derbarê de axivî û got, dê gotina nijad ji Destûra Bingehîn were derxistin û gotineke guncawtir li cihê wê bê danîn. Herwiha dê navendeke şêwirmendiyê ya li dijî nijadperestiyê were avakirin û xeteke telefonê jî were danîn ku qurbaniyên nijadperestiyê serî lê bidin û daxwaza alîkariyê bikin.