Rêberê Koreya Bakur ji bo 7,000 girtiyan fermana efûyê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321707-rêberê_koreya_bakur_ji_bo_7_000_girtiyan_fermana_efûyê_da
Medyayeke Rojavayî ragihand ku rêberê Koreya Bakur fermana serbestberdana 7,000 girtiyên siyasî daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2020 17:11 Asia/Tehran
  • Rêberê Koreya Bakur ji bo 7,000 girtiyan fermana efûyê da

Medyayeke Rojavayî ragihand ku rêberê Koreya Bakur fermana serbestberdana 7,000 girtiyên siyasî daye.

Li gorî rojnameya Express a Brîtanî, ev biryar beşek ji efûya giştî bû ku ji hêla serokê Koreya Bakur ve bi minasebeta 75-emîn salvegera damezrandina Partiya Karkeran di 10ê Çirî ya îsal de hatibû derxistin.
Li gorî vê rojnamê, serokê Koreya Bakur ji niştecihên herêmê xwest ku girtiyan bi cîh bikin û xwarekê bidin wan.

  Tê gotin ku 7 hezar girtî di 25 kamp û girtîgehan de hatine ragirtin.