Mijdar 19, 2020 20:20 Asia/Tehran
  • Helwêsta Cozêp Borêl derbarê nebûna hêzên derveyî li Qerebaxê

Berpirsê Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê li ser pêwîstiya derketina çekdarên biyanî li navçeya kêşeliser a Qerebaxê pêgirî kir.

Li gorî rapora Sputnikê, Cozêp Borêl,  Berpirsê Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê îro Pêncşemiyê bi daxuyaniyekê daxwaza derketina çekdarên  biyanî ji Qerebaxê kir û ji Komara Azerbaycanê û Ermenistanê xwest ku rêzê li Peymana Aştiyê bigirin.

Borêl di vê daxuyaniyê da her wiha ragihand ku ji bidestxistina rêkara dawîn û hertimî navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê derbarê qeyrana Qerebaxê  piştgiriyê  dike.

Mariya Zaxarova, Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê ragihand têkiliya berdewam digel dewletên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê jibo hevahengkirina çalakiyê di qonaxa piştî gurrbûna kêşeyê didomîne.

 

Serepeyv