Trump: Hefteya dahatû em ê biserkevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321276-trump_hefteya_dahatû_em_ê_biserkevin
Herçend encamên hilbijartinên serokatiya Amerkîayê hatine ragihandin û Joe Biden weke serokê hilbijartî hatibe destnîşankirin jî Donald Trump dibêje ew ê ji hilbijartinan biserkeftî derkeve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2020 20:58 Asia/Tehran
  • Trump: Hefteya dahatû em ê biserkevin

Herçend encamên hilbijartinên serokatiya Amerkîayê hatine ragihandin û Joe Biden weke serokê hilbijartî hatibe destnîşankirin jî Donald Trump dibêje ew ê ji hilbijartinan biserkeftî derkeve.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Twitterê îro sêşemê di peyamekê de ragihandiye; “Me pêşveçûneke mezin kiriye, encam heftiya bê vedigerin, dîsan emê  Amerîkayê mezin ragirin.”

Herwiha Donald Trump îdia kiriye: “Hilbijartin bi dawî nehatiye û gelek ji vê yekê dûr e ku dawî pê bê. Me tenê dest bi proseya bidestanîna dengê rast û dirist kiriye. Em ji bo mafê wan amerîkiyan têdikoşin ku dixwazin baweriya wan ne tenê bi vê hilbijartinê, lê belê bi hilbijartinên bê jî hebe.”