Trump serketina Biden di Hilbijartina Serokomartiya Amerîkayê da nepejirand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321172-trump_serketina_biden_di_hilbijartina_serokomartiya_amerîkayê_da_nepejirand
Donald Trump piştî ragihandina derdana wî di Hilbijartina Serokomartiya Amerîkayê da, bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî encama hilbijartinê gilî dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2020 17:42 Asia/Tehran
  • Trump serketina Biden di Hilbijartina Serokomartiya Amerîkayê da nepejirand

Donald Trump piştî ragihandina derdana wî di Hilbijartina Serokomartiya Amerîkayê da, bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî encama hilbijartinê gilî dike.

Li gorî El-Cezîreyê, Serokomarê Amerîkayê wek berteka rapora medyayên Amerîkayê di vê daxuyaniyê da destnîşan kir: Joe Biden bê belge û bi sextekarî di ragihandina serketina di Hilbijartina Serokomartiya Amerîkayê da lezand.

Wî îdia kir ku hîn Hilbijartina Serokomartiya Amerîkayê bi dawî nehatiye û Biden bi hevrêtiya medyayên hevpeyman ji ber vê yekê xwe bilez xistiye rewşa serketî ku naxwaze rastî were aşkirakirin.