Li Viyanaya paytexta Austuryayê êrişa çekdarî pêk hat
Mijdar 03, 2020 08:22 Asia/Tehran
Li navenda paytexta Austurya Viyanayê êrişeke çekdarî pêk hat. Kesek mir û gelek kes birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li gorî polîsê Viyanayê û medya Austuryayê li navenda bajêr dengê çekan hatiye bihîstin. Polîs di daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê parvekirî de dibêje, “Birîndar hene, ji hemû cihên giştî û wesayîtên weguhestinê yên komî dûr bisekînin.”
Rojnameya Falter xwe dispêre Wezareta Karên Hindur û radigihîne ku di wê êrişê de kesek miriye