Bagera herî xurt a salê li Fîlîpînê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320981-bagera_herî_xurt_a_salê_li_fîlîpînê_da
Bagera herî dijwar a salê Gonî li Fîlîpînê da. Herî kêm 10 kes mirin, nêzî 400 hezar kes hatin veguhastin. Berê Bagerê li Vîetnamê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2020 06:23 Asia/Tehran
  • Bagera herî xurt a salê li Fîlîpînê da

Bagera herî dijwar a salê Gonî li Fîlîpînê da. Herî kêm 10 kes mirin, nêzî 400 hezar kes hatin veguhastin. Berê Bagerê li Vîetnamê ye.

Bagera ku roja Yekşemê saet di 05:00 û pê ve gihîşt girava Catanduanesê, bi bayê ku saetê 225 kîlometre bû li herêmê da. Ji ber bê banê xaniyan hilweşiya, dar ji kokê rabûn, av li ber xaniyan ket, xak şemitî û gelek xanî di bin axê de man.

Li gorî ajansa meteorolojiyê ya neteweyî, Gonî ku di nava kategoriya 'bagerên super' de ye, dema ku ji girava Luzonê ber bi Manila ve diçû hêza wê kêm bû.

Beriya Gonî bi hefteyekê bagera Molave li heman herêmê dabû. Di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zeviyên çandiniyê di nava avê de mabû.

Li gorî servîsên meteorolojiyê Gonî ber bi Vîetnamê ve diçe.

Li Fîlîpînê ji ber bagera Gonî herî kêm 10 kes mirin. Şefê Parastina Sivîl Ricardo Jalad diyar kir ku nêzî 400.000 kes hatin veguhastin.

Bagera herî giran a dîroka nêz a Fîlîpînê sala 2013'an bagera bi navê Haiyan bû. Ji ber bagerê zêdeyî 7 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û pêlên mezin li bajarê Taclobanê xistibûn.