Hêzên Qerebaxê balafireke bêpîlot a dewleta Tirkiyê xiste xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320887-hêzên_qerebaxê_balafireke_bêpîlot_a_dewleta_tirkiyê_xiste_xwarê
Hêzên parastinê yên Qerebaxê ragihand ku wan balafireke bêpîlot a dewleta Tirkiyê ji cureya Bayraktar xistiye xwarê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2020 20:01 Asia/Tehran
  • Hêzên Qerebaxê balafireke bêpîlot a dewleta Tirkiyê xiste xwarê

Hêzên parastinê yên Qerebaxê ragihand ku wan balafireke bêpîlot a dewleta Tirkiyê ji cureya Bayraktar xistiye xwarê.

Hêzên parastinê li ser rûpela xwe ya Facebookê eşkere kir ku yekîneyên parastina asîmanî yên girêdayî artêşa parastinê balafireke din a bêpîlot (Bayraktar) xistiye xwarê.

Her wiha hêzên parastinê dan zanîn ku rewşa li eniyên pêş hîn jî tevlihev e û yekîneyên parastinê yên Ermenistanê bi awayekî jixwebawar erkên xwe yên parastinê bi cih tînin û li ser rewşa pratîkî û taktîkî di bin kontrolê de ye.