YE: Bilindbûna asta rageşiyê ya li Qerebaxê nayê qebûlkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320886-ye_bilindbûna_asta_rageşiyê_ya_li_qerebaxê_nayê_qebûlkirin
Yekitiya Ewropayê (YE) nerazîbûna xwe li hemberî binpêkirina agirbestê li Qerebaxê nîşan da û bûyerên ku li herêma nakok rû didin bi nayê qebûlkirin wesifandin. Her wiha banga vegera li dan û standina kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2020 19:52 Asia/Tehran
  • YE: Bilindbûna asta rageşiyê ya li Qerebaxê nayê qebûlkirin

Yekitiya Ewropayê (YE) nerazîbûna xwe li hemberî binpêkirina agirbestê li Qerebaxê nîşan da û bûyerên ku li herêma nakok rû didin bi nayê qebûlkirin wesifandin. Her wiha banga vegera li dan û standina kir.

Li gorî Reutress`ê berdevka Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Komseriya Ewropayê Peter Stano di daxuyaniyekê de got: “Yekitiya Ewropayê dibîne ku piştî sê lihevkirinên agirbestê bi navbeynkariya Rûsya, Fransa û Amerîkayê, berdewamkirina şerê li Qerebaxê nayê qebûlkirin.”

Stano di daxuyaniya xwe de wiha domand: “Komseriya Ewropayê her du alî teşwîq kir ku vegerin dan û standinên çareseriya aştiyane ya ku li Washingtonê di 25`ê Cotmehê de li ser hatiye lihevkirin.”

Komseriya Ewropayê di daxuyaniya xwe de bilindbûna asta rageşiyê li Qerebaxê bi “Nayê qebûlkirin” wesifand.