Li cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê 44 milyon derbas kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320867-li_cîhanê_hejmara_pêketiyên_vîrusa_koronayê_44_milyon_derbas_kir
Îro hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li cîhanê 44 milyon derbas kir, nêzî 32 milyon kes baş bûne û milyonek û 171 hezar kesî jî jiyana xwe ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2020 06:51 Asia/Tehran
  • Li cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê 44 milyon derbas kir

Îro hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li cîhanê 44 milyon derbas kir, nêzî 32 milyon kes baş bûne û milyonek û 171 hezar kesî jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên dawîn ên malpera ‘Worldometer’ a taybet bi serjimariyan, li seranserê cîhanê îro hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) gihaşt 44 milyon û 264 hezar kesan, 32 milyon û 453 hezar kes baş bûne û milyonek û 171 hezar kesî jî jiyana xwe ji dest daye.

Amerîka di aliyê hejmara pêketiyan de, di rêza yekemîn de tê, piştre Hindistan, Brezîlya, Rûsya, Fransa, Spanya, Arjantîn, Kolombiya, Brîtanya, Meksîka, Perû, Afrîkaya Başûr, Îran, Îtalya û Şîlî tên.

Ji aliyê hejmara miriyan ve, dîsa Amerîka di rêza yekemîn de tê, piştre Brezîlya, Hindistan, Meksîka, Brîtanya, Îtalya û Fransa tên.