Li cîhanê 42 milyon kes bi koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320761-li_cîhanê_42_milyon_kes_bi_koronayê_ketine
Li tevahiya cîhanê zêdetirî 42.4 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û hejmara kesên ji ber nê vîrusê jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî milyonek kes e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2020 19:06 Asia/Tehran
  • Li cîhanê 42 milyon kes bi koronayê ketine

Li tevahiya cîhanê zêdetirî 42.4 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û hejmara kesên ji ber nê vîrusê jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî milyonek kes e.

Reutersê diyar kir ku li cîhanê zêdetirî 42.4 milyon kes bi vîrusê ketine û hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihaşt milyonek û 146 hezarî.

Amerîkayê ji dewletên herî zêde zirar ji ber vîrusa koronayê kişandiye û hejmara kesên bi vîrusê ketine zêdetirî 8.5 milyon kes e, her wiha hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye gihaşt 224 hezarî.

Hindustan ji aliyê pêketiyan ve di rêza duyemîn de ye û ji aliyê miriyan ve jî di rêza sêyemîn de ye, zêdetirî 7.8 milyon kes li vî welatî bi vîrusa koronayê ketine û 118 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Brezîlya jî bi hejmara pêketiyan di rêza sêyemîn de ye û 5 milyon û 353 hezar û 656 kes bi vîrusê ketine û bi hejmara miriyan jî di rêza duyemîn de ye û 156 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.