Aliyên şerê Lîbyayê li ser kêmkirina rageşiyê û derxistina çeteyan li hev kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320630-aliyên_şerê_lîbyayê_li_ser_kêmkirina_rageşiyê_û_derxistina_çeteyan_li_hev_kir
​​​​​​​Nûnera NY`yê ya taybet bi Lîbyayê Stephanie Williams îro ragihand ku aliyên şerê Lîbyayê yên li Cinêvê kom bûne, li ser gelek biryarên girîng û di nav de kêmkirina rageşiyê û derxistina çeteyan di nava 90 rojan de, li hev kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2020 13:12 Asia/Tehran
  • Aliyên şerê Lîbyayê li ser kêmkirina rageşiyê û derxistina çeteyan li hev kir

​​​​​​​Nûnera NY`yê ya taybet bi Lîbyayê Stephanie Williams îro ragihand ku aliyên şerê Lîbyayê yên li Cinêvê kom bûne, li ser gelek biryarên girîng û di nav de kêmkirina rageşiyê û derxistina çeteyan di nava 90 rojan de, li hev kir.

Stephanie Williams got destwerdana derve ji Lîbyayê re pir mezin e û nayê qebûlkirin.

Têkildarî derxistina çeteyan jî Stephanie Williams diyar kir ku di çarçoveya gerên diyalogên Komîteya Ewlehiyê de, her du aliyan li ser girîngiya derxistina hemû çeteyan di nava 90 rojan de, piştî avakirina hikumeteke nû, li hev kir.

Nûnera NY`yê ya taybet bi Lîbyayê piştrast kir ku aliyên Lîbyayê bawerî di nava xwe de ava kirine û hêviyên mezin ên gihîştina agirbesteke domdar hene.