El-Mismarî: Divê Ewropa alîkariya derxistina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320548-el_mismarî_divê_ewropa_alîkariya_derxistina_hêzên_tirkiyê_ji_lîbyayê_bike
Berdevkê koma bi navê artêşa niştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî got ku milîsên Wîfaqê plan dikin ku kiryarekî dijminahî û şantajê pêk bînin, her wiha bang li Ewropa kir ku ji bo derxistina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê alîkar bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2020 04:52 Asia/Tehran
  • El-Mismarî: Divê Ewropa alîkariya derxistina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê bike

Berdevkê koma bi navê artêşa niştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî got ku milîsên Wîfaqê plan dikin ku kiryarekî dijminahî û şantajê pêk bînin, her wiha bang li Ewropa kir ku ji bo derxistina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê alîkar bibe.

Ehemd El-Mismarî ji kanala Sky News Arabiye re got, divê dewletên ewropî alîkariyê bikin ku hêzên dewleta Tirkiyê û çeteyan ji rojavayê Lîbyayê derxin.

El-Mismarî diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan hewl dide careke din bi rêya hebûna leşkerî ya Enqerê li Lîbyayê bazariyê bi dewletên din re bike.

El-Mismarî eşkere kir ku artêş li gorî agirbesta ku di vê dawiyê de ji bo serketina xebata siyasî li welat hatiye ragihandin tev digere, lê belê milîs plana êrişeke dijminahî û şantjê dikin.