Fransa: Dê li ser Qerebaxê li Cinêv û Moskovê danûstandin li dar kevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320205-fransa_dê_li_ser_qerebaxê_li_cinêv_û_moskovê_danûstandin_li_dar_kevin
Fransayê eşkere kir ku dê di çend rojên bê de li Cinêv û Moskovê danûstandinên der barê çareserkirina nakokiya li herêma Qerebaxê li dar kevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2020 19:54 Asia/Tehran
  • Fransa: Dê li ser Qerebaxê  li Cinêv û Moskovê danûstandin li dar kevin

Fransayê eşkere kir ku dê di çend rojên bê de li Cinêv û Moskovê danûstandinên der barê çareserkirina nakokiya li herêma Qerebaxê li dar kevin.

Le Drian li pêş Komîteya Kar û Barên Derve ya Komeleya Nîştimanî ya Fransayê diyar kir ku dê dan û standin der barê Qerebaxê de sibê li Cinêvê pêk bên û piştre duşema bê li Moskovê pêk bên.

Le Drian destnîşan kir ku ji ber Fransa, Rûsya û Amerîkayê di koma Minsk a taybet bi Qerebaxê de ne ev dan û standin bi hewldana pêkanîna diyalogê di navbera aliyên bi nakok de li dar bikevin. Her wiha bal kişand ku pêwîst e ev diyalog bêyî tu şertan pêk bê.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê da zanîn dewleta Tirkiyê ji aliyê leşkerî ve di şerê Qerebaxê de ye.