Li Rûsyayê 9 hezar û 859 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320076-li_rûsyayê_9_hezar_û_859_kesên_din_bi_vîrusa_koronayê_ketin
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê herî diçe zêde dibe û heta naha zêdetir ji 21 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2020 16:01 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê 9 hezar û 859 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê herî diçe zêde dibe û heta naha zêdetir ji 21 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 03.10.2020ê li Rûsyayê 9 hezar û 859 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa korona li wî welatî geheştiye milyonek û 204 hezar û 502 kesan.

Herwaha li Rûsyayê 174 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li Rûsyayê geheştiye 21 hezar û 251 kesan.

Hat ragehandin li Rûsyayê 975 hezar û 859 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.