YE bi mijara aloziya Deryaya Spî û hin dosyayên din dicive
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320008-ye_bi_mijara_aloziya_deryaya_spî_û_hin_dosyayên_din_dicive
Îro piştî nîvro li Brukselê dê Civîna Yekitiya Ewropa (YE) ya taybet li dar bikeve û dê tê de gelek dosya ji wan rageşiya li Deryaya Spî dê werin nîqaşkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2020 11:53 Asia/Tehran
  • YE bi mijara aloziya Deryaya Spî û hin dosyayên din dicive

Îro piştî nîvro li Brukselê dê Civîna Yekitiya Ewropa (YE) ya taybet li dar bikeve û dê tê de gelek dosya ji wan rageşiya li Deryaya Spî dê werin nîqaşkirin.

Serokê Meclisa Yekitiya Ewropa David Sassoli got ku mijara yekemîn wê têkiliya bi Çînê re, paşê rewşa Belarus û dosyeya bi navê jehrîkirina dijberê rûsî Alexei Navalny werin nîqaşkirin.

Danê êvarê dê tenê behsa dosyaya rageşiya li Deryaya Spî û têkiliya bi Tirkiye re were kirin.

Têkildarî mijarê David Sassoli got ku ji bo garantiya ewlehî û aramiya li herêmê dixwazin têkiliyên avaker bi dewleta Tirkiyê re çêkin û ji bo parastina pîvanên yesayî yên Yekitiya Ewopa û dewletên endam hemû pêşniyar li pêşiya wan vekirî ne.

Roja duyem dê Yekitiya Ewropayê behsa rewşa koronayê û bandora wê li qada aborî bike.