Îlon 25, 2020 11:02 Asia/Tehran
  • Li Sûdanê lehî rabû: 124 kes mirin

Li Sûdanê ku welatekî li rojhilatê Afrîqayê ye, hefteyek e lehî radibe. Heta niha 124 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 800 hezar kes jî ketine bin bandora lehiyê.

Ber bi nîvê Tîrmehê ve ji ber şiliya zêde çemê Nîlê ser ve çû û bobeleta ji ber wê roj bi roj diyar dibe. Li gorî daxuyaniya Buroya Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) çemê Nîlê van rojên dawî kêmtir kribe jî, hê jî bandorê li ser gelek herêman dike.

Li gorî daxuyaniyê de li tevahiya Sûadnê bi kêmanî 166 hezar xanî hilweşiyan an jî ziyan hate ser wan. Bi giştî jî ziyan giha ser 830 hezar mirovî. Diyar bû ku piraniya van kesan li eyaletên Khartoum, Darfour a Bakur, Darfour a Rojava, Nîla Şîn û Sennarê dijîn.

Li gorî Saziya Parastina Sivîl ji ber lehiyê heta niha 124 kes mirine û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Serepeyv