Macron: "Siyaseta Erdogan faktoreke têkbirina ewlehiya Ewropayê ye"
Tebax 20, 2020 19:10 Asia/Tehran
Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku "hempîşeyê wî yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan siyaseta berfirehkirinê ku rêgezên neteweyî û îslamî têkil hev dike û ne li gorî berjewendiyên Ewropayê ne, dimeşîne û ev siyaset ewlehiya Ewropayê têk dibe."
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Serokê Fransayê Emmanuel Macron di hevpeyvînekê de bi kovara "Paris Match" re got: “Divê Ewropa li hemberî van kiryaran bisekine û berpirsyariya xwe pêk bîne. Ez ne bi gurkirina rageşiyê re me, ez di heman demê de bi dîplomasiya qels bawer nakim. Me nîşan da ku wateya hevgirtina Ewropayê heye.”