Sanders: Trump bo şerr pere heye, lê bo xwarina zarokan na!
Bernie Sanders, senatorê amerîkayî, tevî rexnegirtina li ser zêdebûna têçûyên leşkerî yên hikûmeta Donald Trump Serokkomarê Amerîkayê, ragihand ku hevdem digel bêparmayîna 2 milyon zarokan ji alîkarîyên xwarinê, Qesra Spî li pey terxankirina 500 milyar dolarên din bo bûdceya leşkerî ye.
Bernie Sanders senatorê amerîkayî di tora civakî ya “X”ê da nivîsî: Trump alîkarîyên xwarinê ji 2 milyon zarokan standiye. Wî berdewam kir: Niha ew dixwaze 500 milyar dolarên din li têçûyên leşkerî yên Amerîkayê zêde bike. Wî nivîsî: Me bo şerrên bêdawî pere heye, lê budceya têr bo dabînkirina xwarina zarokên xwe tuneye?Sanders di dawîyê da berê xwe da hikûmeta Trump û got: Ev rewş şermesarî ye. Zarokan têr bikin û têçûyên leşkerî kêm bikin.Bernie Sanders piştî hilbijartina navîndewreyî ya Kongreyê jî ku bi serkeftina berbiçav a demokratan hevrê bû, tevî tekeziya li ser nerazîbûna gelê Amerîkayê ji sîyasetên hikûmeta Trump, daxwaza guherandina nêrîna demokratan û baldan û lêhûrbûna ser daxwazên aborî, berfirehkirina xizmetên dermankirinê yên gelemperî, zêdekirina destmizda herî kêm û têkoşîna li hember bandora dewlemendan kir.