Ukraynê êrişa xwefirrî bire ser palîngeheke mezin a niftê ya Rûsyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361348-ukraynê_êrişa_xwefirrî_bire_ser_palîngeheke_mezin_a_niftê_ya_rûsyayê
Xwefirrên Ukraynê êrişî palîngeheke mezin a niftê ya Rûsyayê li parêzgeha Lênîngradê kirin.
(last modified 2026-11-09T14:56:28+00:00 )
Tesrîn 09, 2026 17:02 Asia/Tehran
  • Ukraynê êrişa xwefirrî bire ser palîngeheke mezin a niftê ya Rûsyayê

Xwefirrên Ukraynê êrişî palîngeheke mezin a niftê ya Rûsyayê li parêzgeha Lênîngradê kirin.

 

Xwefirrên ukraynî şeva raborî palîngeha niftê ya Kîrîşî, yek ji mezintirîn palîngehên Rûsyayê li parêzgeha Lênîngradê kir armanca êrişê. Ev êriş bû sedema teqînên giran û qewimîna şewatên berfireh li vê tesîsê. Ev tesîs xwedî şiyana palavtina zêdetirî 20 milyon ton nifta xav di salê da ye.