Nerazîtîyên gelanî li Ewropayê berfireh dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361226-nerazîtîyên_gelanî_li_ewropayê_berfireh_dibin
Di dewama berfirehbûna nerazîtîyan li himber rewşa aborî li seranserî welêt, nûnerên opozîsyonê li qada parlimana Albanyayê bombeya dûkelê teqandin. Ev çend hefte ne ku xwendekar daxwaza îstîfakirina Êdî Rama Serokwezîrê vî welatî yê ku ji 13 salan beriya niha va li ser desthilatê ye, dikin.
(last modified 2026-11-04T12:49:57+00:00 )
Tesrîn 03, 2026 18:14 Asia/Tehran
  • Nerazîtîyên gelanî li Ewropayê berfireh dibin

Di dewama berfirehbûna nerazîtîyan li himber rewşa aborî li seranserî welêt, nûnerên opozîsyonê li qada parlimana Albanyayê bombeya dûkelê teqandin. Ev çend hefte ne ku xwendekar daxwaza îstîfakirina Êdî Rama Serokwezîrê vî welatî yê ku ji 13 salan beriya niha va li ser desthilatê ye, dikin.

Li Almanyayê, xwendekaran zanîngehên Berlîn û Hambûrgê girtin. Ew li dijî kêmbûna bûceya perwerdeyê û vegera mihtemel a xizmeta leşkerî ya mecbûrî ne.

Li Spanya û Portegalê jî, bi hezaran nerazî zêdebûna tund a kirêya malan şermezar dikin.

Li Îtalyayê, weke Fransayê, têçûya bilind a jîyanê hêrsa giştî hil kirîye. Bi hezaran ciwan daketin nav kolanan û greva seranserî ji bo vê Înîyê hatîye plankirin.