Aşkerabûna hûrgîliyên nû li ser peywendiya Trump bi dosiyeya Êpstîn re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361100-aşkerabûna_hûrgîliyên_nû_li_ser_peywendiya_trump_bi_dosiyeya_Êpstîn_re
Rapora nû ya Demokratên Komîteya Dadweriyê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê, careka din navê Trump li dosiyeya Cêfrî Êpstîn ve girêdaye.
(last modified 2026-10-27T15:33:48+00:00 )
Çirî 27, 2026 19:02 Asia/Tehran
  • Aşkerabûna hûrgîliyên nû li ser peywendiya Trump bi dosiyeya Êpstîn re

Rapora nû ya Demokratên Komîteya Dadweriyê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê, careka din navê Trump li dosiyeya Cêfrî Êpstîn ve girêdaye.

 

Li gorî vê raporê 5 jin Trump tawanbar kirine ku li cem Cêfrî Êpstîn destdirêjî li ser wan kiriye. Herwiha 6 jinên din gotine Êpstîn dil hebûye wan bi awayekî qaçax bibe bo Trump. Di vê raporê de îhtimala hevkariya Trump û Paolo Zampolî ku heta vê dawiyê wekî rayedarekî payebilind ê hikûmeta Trump û dîplomatekî kar dikir, bi tora qaçax û azirandina jinan a Êpstîn, hatiye raberkirin.

Demokrat daxwaza kivşkirina lêpirsekî taybet ji bo lêkolîna li ser peywendiyên di navbera Trump û Êpstîn de kirine û ragihandine ku dil hene eger ku di hilbijartinên navîndewrê yên Kongirê de bi ser bikevin, lêkolînên nû li ser vê dosiyeyê bidin destpêkirin.