Balyozxaneya Rûsyayê derbarê gotegotên hêzgeha navokî ya Bûşêhrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361028-balyozxaneya_rûsyayê_derbarê_gotegotên_hêzgeha_navokî_ya_bûşêhrê
Balyozxaneya Rûsyayê li Tehranê derbarê gotegotên derketina karmendên dîplomatîk û pisporên xebatkar di hêzgeha navokî ya Bûşêhrê ji Îranê ra daxûyanîyek derxist.
(last modified 2026-10-24T15:45:19+00:00 )
Çirî 24, 2026 19:14 Asia/Tehran
  • Balyozxaneya Rûsyayê derbarê gotegotên hêzgeha navokî ya Bûşêhrê

Balyozxaneya Rûsyayê li Tehranê derbarê gotegotên derketina karmendên dîplomatîk û pisporên xebatkar di hêzgeha navokî ya Bûşêhrê ji Îranê ra daxûyanîyek derxist.

Di daxûyanîya Balyozxaneya Rûsyayê li Tehranê derbarê gotegotên derketina karmendên dîplomatîk û pisporên xebatkar di hêzgeha navokî ya Bûşêhrê ji Îranê da hatiye: Derbarê raporên ku di hin medyayên dijber da hatine belavkirin li ser vî esasî ku wisa xuya ye valakirina karmendên balyozxaneya Rûsyayê û pisporên xebatkar di hêzgeha navokî ya Bûşêhrê da didome, em radigihînin ku ne karmendên balyozxaneyê û ne jî pisporên rûsî di hêzgeha navokî ya Bûşêhrê da, Îranê diterikînin. 
Balyozxaneya Rûsyayê li Tehranê teqeziya li ser vêya kirîye ku, Çalakî li gorî pêvajoya asayî didome. Îdiayên li dijî vê mijarê, zanyarîyên nerast in ku serçavîya wan jî bi temamî diyar e.