Hilbijartinên Kongreyê; gendelî di hikûmeta Trump da nîgeranîya nû ya dengderên amerîkayî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360938-hilbijartinên_kongreyê_gendelî_di_hikûmeta_trump_da_nîgeranîya_nû_ya_dengderên_amerîkayî_ye
Di halekî da ku bi nêzikbûna hilbijartinên navîn-dewreyî yên Kongreya Amerîkayê, demokratan bi berbiçavkirina têçûyên şerrê li himber Îranê û zêdebûna bihayê ardû û kelûpelan, komarîxwaz kirine armancên rexneyan, meseleyeke nû ya bi navê “gendelîya hikûmetê” wek sereketirîn nîgeraniya dengdêrên amerîkayî hatiye zêdekirin.
(last modified 2026-10-18T14:11:51+00:00 )
Çirî 18, 2026 17:40 Asia/Tehran
  • Hilbijartinên Kongreyê; gendelî di hikûmeta Trump da nîgeranîya nû ya dengderên amerîkayî ye

Di halekî da ku bi nêzikbûna hilbijartinên navîn-dewreyî yên Kongreya Amerîkayê, demokratan bi berbiçavkirina têçûyên şerrê li himber Îranê û zêdebûna bihayê ardû û kelûpelan, komarîxwaz kirine armancên rexneyan, meseleyeke nû ya bi navê “gendelîya hikûmetê” wek sereketirîn nîgeraniya dengdêrên amerîkayî hatiye zêdekirin.

Rapirsîya Fox Newsê nîşan da ku sedî 88ê bersivdêran derbarê gendelîya di hikûmeta Trump da bi pîvana “bi tundî yan gelekî zêde” nîgeran in.Li gorî vê rapirsîyê, zêdeyî sedî 85ê beşdaran gotin “bi tundî yan gelekî zêde nîgeranê enflasyon û bihayên bilind in” û sedî 83ê jî heman asta nîgeranîyê derbarê têçûyên benzînê  hilêxistin.Fox Newsê amaje pê kir ku, her çend gendelîya hikûmetê û enflasyon du nîgeranîyên sereke yên her du partîyên sereke yên Amerîkayê pêk tînin jî, lê demokrat bi rêjeyeke zêdetir (sedî 72 û 70) anegorî komarîxwazan (sedî 47 û 49) nîgeranê van her du mijaran in.