Hejmara desteserkirîyan di nerazîbûnên Fransayê da gihîşte 1800 kesan
Serokwezîrê Fransayê got ku di nerazîbûnên seranserî yên roja Şemîyê da li vî welatî hezar û 800 kes hatine desteserkirin û 150 efserên polîs jî hatine birîndarkirin.
Sibastiyen Lêkorno (Sebastien Lecornu) di hevdîtina digel hêzên ku ji bo sekinîna li himber nerazîbûnan bo navenda Parîsê hatibûn şandin da, got: Eva ku hejmara xisarên canî bilindtir neçû, mucîzeyek e. Ev di halekî da ye ku Wezareta Karên Hundir a Fransayê çend saet berîya niha ragihandibû ku di dema nerazîbûnên Şemîyê da nêzikî 400 kes hatine desteserkirin.Wezareta Karên Hundir a Fransayê herwiha ragihand ku li hin bajaran kiryarên wekî hewldana bo talanê, pevçûn digel hêzên ewlehîyê, agirberdana li alavên bajêr û armancgirtina navendên desthilat û medyayan qewimîne. Vê wezaretxaneyê alozîyên navborî bi tevgera ku wê ew wek “çepa tundrê” bi nav kir ve girêda.Nerazîbûnên Fransayê ji meha raborî va li dibistanên navîn ên dorhêla bakurê Parîsê dest pê bûn; navçeyên ku wekî yek ji beşên herî mehrûm ên paytexta Fransayê tên hesêb.Nerazîbûna destpêkê ya xwendevanan ji neamadebûna mamosteyan û rewşa nebaş a îmkanên perwerdeyê, hêdî hêdî berfirev bû û veguherî tevgereke seranserî li himber newekhevî, kêmbûna têçûyên giştî û daketina standardên xizmetguzarîyên gelemperî.